Yekitiya Ewropayê da zanîn ku niha dema rakirina cezayên li ser Sûriyê nehatiye, heta ku gavê erênî ji aliyê hikumeta nû neyê avêtin, dê ev ceza dewam bike.
Berpirsa siyasetên derve ya YEˋyê Kaja Kallas ji ajansa Ruetersˋê re axivî û got:
“Eger garantiyên parastina neteweyên din û mafên jinan dûrî tundrawiya olî ji hikumeta nû ya Şamê neyên wergirtin, dê cezayên li ser Sûriyê neyên rakirin.
Lê dema hikumeta nû ya Sûriyê gavên erênî ber bi vê mijarê ve biavêje, wê demê mijara rakirina cezayan ji ser Sûriyê dê were nîqaşkirin.
Kaja Kallas diyar kir ku hikumeta nû nîşanên erênî diyar kirin, lê belê Yekitiya Ewropayê (YE) dê kar û xebatên hikumetê bişopîne, ne tenê gotinên wê.
Kaja Kallas der barê dubarekirina senaryoyên metirsîdar ên wekî li Iraq, Lîbya û Efxanistanê, hişyarî da.



