Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyê tesîs û nuqteyên leşkerî yên rejîma Baas bombebaran kirin, ev bombebaran wekî ya herî dijwar ji sala 2012ˈan hat binavkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê şevê din gelek bareghên leşkerî yên rejîma Baas bombebaran kirin.
Ev bombebaran wekî ya herî dijwar ji sala 2012ˈan hat binavkirin.
Li gorî çavdêriyê, qaîdeyên moşekan ên li baregeha 107ˈan a li herêma Zama ya gundewarê Tertûsê jî hat bombebaran kirin.
Hate diyar kirin ku bombebaran 8 saetan dewam kir.
SOHRˈê destnîşan kir ku depoyên çekan ên rejîma Baas ên li herêma Dimêr a gundewarî Şamê jî hatin bombebarankirin.
Her wiha Balafirên şer ên Îsraîlê radarên li balafirgeha leşkerî ya Dêra Zorê bombebaran kirin.
Hemwextî êrişî, dengê teqîneke nenas li nêzî pira yekane ya li ser çemê Firatê ku bajarê Dêra Zorê hat bihîstin.
Û gundewarê bakurê Derayê û depoyan 5ˋan li derdora bajarokê Kefer ê gundewarê Siwêda bombebaran kirin.



