Iraq Dagirkeriya Îsraîlê ya li Girên Colanê ya li Sûrî şermezar kir û anî ziman ku ev yek binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyê hewldanên Îsraîlê yên ji bo bi cihbûn û xwe berfirehkirina li Girên Colanê şermezar kir û wiha anî ziman:
“Biryara hikûmeta Îsraîlê ya berfirehkirina wargehên li Girên Colanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Colan beşek ji axa Sûriyê ya dagîrkirî ye.
Her pêngavek ku bi mebesta guhertina statuya qanûnî û demografîk a vê derê were kirin, derqanûnî tê dîtin.
Iraqê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên Îsraîlê yên li Girên Colanê helwesteke cidî nîşan bidin. .
Hêjayî gotinêye ku rojane bê navber dewleta Tirk a dagirker serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê dike û xak û welatiyên Herêm û Iraqê bombebaran û topbaran dike.
Lê ne hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê ne jî hikûmeta Iraqê helwest û bertekek pêwîst nîşan nedane.



