Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen bi Colanî re hevdîtin kir û girêdayî siberoja Sûriyê nîqaş kirin.
Geir Pedersen duh çû paytexta Sûriye Şamê û bi Colanî re civiya.
El Şerii xwest biryara 2254ˈan li gorî guhertin û pêşketinên siyasî yên li Sûriyê were nûkirin.
Her wiha destnîşan kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî û siyasî yên li Sûriyê divê tevkarî were xurtkirin, yekîtiya xaka Sûriyê were parastin, piştevaniya hewldanên jinûve avakirina Sûriyê were kirin û geşkirineke aborî ya mayînde were pêkanîn.
Têkildarî koçberan jî Colanî got:
Ji bo vegera hêsan a koçberan divê desteka aborî û siyasî were pêşkêşkirin û hewayek ewle ji bo vegera wan were peydakirin.
Ji bo mîsogerkirina çareseriyên siyasî û aborî û sazûmanî yên mayînde hemahengiyeke domdar bi civaka navneteweyî re pêwîst e.



