Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û divê hêzên Kurdan berjewendiyên partîtî bidin aliyekî û yekitiya neteweyî pêk bînin.
Der barê mijarê de Gîvara Îsam wiha got: “Qonaxa niha destpêka dîrokeke nû ye, geşedanên bilez çêdibin. Divê gelê Kurd yekitiya xwe pêk bîne û mil bi mil destkeftên ku bi saya fedakariya şehîdan bi dest ketine, biparêze.”
Ebdo Osman jî diyar kir ku pêkanîna yekitiyê erka hemû welatparêzan e û got: “Divê nakokiyên hizbî bidin aliyekî û giraniyê bidin mijarên hevbeş ên ku gelê Kurd eleqedar dikin.”
Îsam Îbrahîm jî der barê mijarê de daxuyakirin ku gelê kurd di qonaxeke hestiyar re derbas dibin ku çarenûs û hebûna gelê Kurd diyar dike, lewma divê her kes ji bo pêkanîna yekitiyê nakokiyên xwe deyne aliyekî.
Bêrîvan Mehmûd jî got: “Divê ew aliyên siyasî bi navê wan bipeyivin û hêviyên wan pêk bînin.
Xewna bav û kalên me ye û divê pêk bê.”



