Hêzên Leşkerî yên Minbicê ku li xeta parastinê ya herêma Bendava Tişrînê ne, sîstemeke radara leşkerî ya dewleta Tirk îmha kirin.
Dewleta Tirk a dagirker plana wê yekê dike ku ji Bendava Tişrînê êrîşî Kobanê bike.
Dewleta Tirk li gel balafirên keşfê hêzeke mezin ber bi eniya Tişrînê ve kişand û çeteyên wê yên SMO jî bi çekên giran êrîş kirin.
Dagirkeran doh hewl dan ji sê baskan ve êrîşî Bendava Tişrînê bikin û bi tank û panzeran bi pêş ve biçin.
Dagirker li berxwedana şervanên QSD, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê qelibîn ku herêmê diparêzin.
Di encama bersiva xurt a hêzên azadiyê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.
Hêzên Leşkerî yên Minbicê ku li xeta parastinê ya herêma Bendava Tişrînê ne, sîstemeke radara leşkerî ya dewleta Tirk îmha kirin.



