Nivîskar Rêkewt Îsmaîl da zanîn ku berxwedana Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê bû sedem ku dewleta Tirk bin bikeve û got:
“Tevgera Azadî ya Kurdistan û Rêber Apo ji roja PKK’ê damezrandîn, parçekirina Kurdistanê red dikin, ev bi xwe şoreşek mezin bû.”
Nivîskar Rêkewt Îsmaîl derbarê rewşa niha ya Rojhilata Navîn, êşkenceya li ser Rêber Apo, rewşa Suriyê û Kurdan axivî.
“Dewleta Tirk bi siyaseta tecrîdê, xwest Rêber Apo ji gel û tevgera azadî qut bike”
Rêkewt Îsmaîl bal kişand ser êşkenceya girankirî ya li ser Rêber Apo ye û wiha got:
“Dewleta Tirk bi siyaseta tecrîdê, xwest Rêber Apo ji gel û tevgera azadî qut bike.
Lê berxwedana mezin ya Rêber Apo ya di zindanê de vê planê şikand.
Rêkewt Îsmaîl: Divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û guftugo destpê bikin
Lewma divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û guftugo destpê bikin.”
Rêkewt Îsmaîl qala sîstema konfederalîzma demokratîk kir û wiha bi lêv kir:
“Sîstema konfederalîzma demokratîk sîstemeke ku gelek civak qebûlkiriye”
“Sîstema konfederalîzma demokratîk ya gelan, sîstemeke ku gelek civak qebûlkiriye.
Di heman demê de Rojavayê Kurdistanê kare bi rêya vê paradîgmaya birêz Ocalan, bibe sîwanek.”
Têkoşîna gelê Kurd ya bi pêşengiya Tevgera Azadî PKK’ê û birêz Ocalan, zihniyeta Lozanê jî ku dixwestin bi ser Kurdan bidin sepandin jî şikandiye.
“Divê berjewendiyên gelan were parastin û dawî li hemû şeran bê”
Rêkewt derbarê şerê taybet yê bi pêşengiya PDK’ê li dijî Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê têkirin de diyar kir ku ew di qonaxek dîrokî dene û got:
“Niha nêrîna ku PDK’ê û ENKS bi rojeva dewleta Trik a dagirker pêşkêş dikin, bê guman bernameyek dijî berjewendiyên gelê Kurde.
Ev yek plana dewleta Tirk e, ew dixwazin bivê rêyê ziyanê bigihînin Rêveberiya Rojavayê Kurdistan.
Divê berjewendiyên gelan were parastin û dawî li hemû şeran bê.”
Nivîskar Rêkewt Îsmaîl: Ev sîstema niha hatî, hîn ji niha de hebûna Kurdan red dike
Nivîskar Rêkewt Îsmaîl destnîşan kir ku ev hêzên li Suriyê hêzên tarîne û ti projeyek wan ya ji bo gelên Suriyê tine ye û wiha bi dawî kir:
“Ev sîstema niha hatî, hîn ji niha de hebûna Kurdan red dike, diyare ku ev dardestê biyaniyan e da ku di dema pêş de cihê xwe li Suriyê bigrin.”



