Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bacên gumrikê yên di navbera herêmên wê û herêmên din ên Sûriyê de betal kirin.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek bi hejmara 32’yan weşand.
Li gorî biryanameyê bacên gumrikê yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û herêmên din ên Sûriyeyê de, hatin betalkirin.
Di biryarnameyê de hate gotin ku ew bacên gumrikê, di demên berê de ji ber şert û mercên awarte û dorpêça ku rejîmê li ser herêmên pêk anîbû, hatibûn danîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji saziyên têkildar xwest vê biryarê pêk bînin.



