Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji 3 aliyan ve li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, di encamê de 37 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve êrişî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê kir.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan têk birin, di encamê de 37 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û alavên wan ên leşkerî hatin rûxandin.
Lê heta niha derdora bendavê êriş dewam dikin.
Piştî êriş hatin şikandin, şervanan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker operasyona paqijkirina bendavê û derdora wê da destpêkirin.



