QSDˋê nasnameya fermandar şehîd Ezîz Ereb aşkera kir û diyar kir ku ew ê bi îsar û têkoşîneke mezin hêvî û armancên şehîdan ên avakirina welatekî azad pêk bînin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê nasnameya fermandar Ezîz Ereb de ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî pira Qereqozaqê yê başûrê Kobanê şehîd bûye, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSDˋê de hat gotin hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çend rojên berê de hewl da çemê Firatê derbas bikin, pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê kontrol bikin.
Lê ew rastî berxwedana lehengane ya şervanên QSDˋê, bi taybet şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hatin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku fermandar Ezîz Ereb ku fermandarê Lîwa Şehîd Şervan bû heta kêliya dawiyê li hember çeteyên dagirkeriya Tirk sekinî û berxwedaneke lehengane raber û gihaşt asta şehadetê.
Her wiha hat diyarkirin ku hevrê Ezîz Ereb ji malbateke welatparêz ji bajarê Minbicê ye, di 2013ˋan de tev li YPGˋê bû, perwerdeyên leşkerî, bîrdozî û siyasî wergirtin.
Ezîz Ereb li dijî rêxistina DAIŞˋê beşdarî gelek hemleyan bû û bi taybet di berxwedana Kobanê ya 2014ˋan de. Her wiha beşdarî hemleya rizgarkirina Girê Spî bû. Di 2016ˋan de beşdarî hemleya rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wî bû.
Herî dawî jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beşdarî hemleya parastina pira Qereqozaq bû.
QSDˋê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbata şehîd Ezîz û tevahî malbatên şehîdan û got ew ê bi îsrar û têkoşîneke mezin hêvî û armancên şehîdan ên welatekî azad pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Ezîz Ereb
Nav û paşnav: Raid Receb El Şêx
Navê dayikê: Sefiye
Navê bavê Receb
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic/1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-pira Qereqozaqê-10.12.2024.



