Li Elihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelek jiyanê çêkirin.
Çalakî li ber bazara Batman Parkê ya Êlihê pêk hat.
Aktivîsta TJA’yê Bermal Canê di çalakiyê de axivî û teqez kir ku şoreşa Rojavayê, şoreşa jinê ye ku tarîtiya paşverû ronî dike û got:
“Azadiya ku li Rojavayê bi berxwedanê hatiye teşekirin, nêzî statuyeke mayînde ye.
Di pêşketinên dawî yên li Sûriyê de, ji bo Rêveberiya Xweser a Rojava derfetên dîrokî hene ku aştî û azadiya gelan misoger dike.
Êdî dem hatiye ku em destkeftiyên ku bi bedelên mezin bi dest xistine bi Destûra Xweseriya Demokratîk fermî bikin.”
Armanca êrişên li ser Rojava ew e ku heyfa DAIŞ’a li bazaran koletî li jinan ferz kir ji jinan bistînin.
Roj, roja xwedîd erketina li azadiyê ye.”



