Çalakiya rûniştinê ya ku her çarşem li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li Siwîsreyê tê li darxistin bi israr dewam dike.
Di çalakiya vê hefteyê de bang “Yekîtiyê” li partiyên Kurdî hate kirin.
Kurdistanî û dostên xwe li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê kombûn.
Beşdarên çalakiyê êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê li ser Rojava şermezarkirin û gotin:
“Kobanê bû sembola mezinbûna nirxên mirovahiyê di avakirina cîhaneke demokratîk de.
Lewam ruhê berxwedanê yê Kobanê, dê gelên herêmê û cîhanê ji gefên DAÎŞ’ê û hevalbendên wê biparêze.”
Beşdaran banga li hemû partiyên siyasî û saziyên li her çar parçeyê Kurdistanê kirin û gotin:
“Guh bidin dengê gel, bibin yek”



