Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 518’an de û bi koma 102’an didome.
Çalakiya dewre girtinê li Saziya Ciwanan bi beşdariya gel û komên çalakiyê hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê koma 101’an Sûsin Geverî axivî û got:
“Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, girêdayî pirsgirêka Kurde û bi taybet rewşa li Îmraliyê ye.
Ev yek jî ji ber dewleta Tirka dagirker biryarên CPT û Konseya Ewropayê pêk nayne.”
Beşdaran berxwedan Rojava silav kirin û diyarkirin heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe ew her çalakiya wan bê li darxistin.
Piştî axaftinan koma 101’ê çalakiya nobedê dewrî koma 102’an kir.



