Xelkên bajarê Til Temrê yê kantona Cizîrê diyar kirin ku ramanên Rêber Apo rêgezên demokrasiyê û jiyana hevbeş di nava gelên herêmê de ava kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1999’an ve li Girava Îmraliyê pergal êşkence û qirkirinê li ser Rêber Apo pêk tîne.
Şêniya bi navê Senaa Hemûd a ji bajarê Til Temirê destnîşan kir ku pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo nîşaneke zelal a belavbûna felsefeya wî ye
Şêniyê bi navê Xidir Mîzer El lêwî jî got ku bingeha felsefeya Rêber Apo neteweya demokratîk e ku hewl dide dadmendî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de pêk bîne.
Jina ciwan Nalîn Sîdo jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji fikrên azadîxwaz ên Rêber Apo ditirse, lewma li dijî wî îşkence pêk tîne.
Sanaa Hemûd jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku azadiya Rêber Apo dê rê li ber aştî û aramiya Rojhilata Navîn veke.
Xidir El Ilêwî û Nalîn Sîdo ji bo siberojeke azad û aştiyane banga hevgirtinê li gelan û pêkhateyan kirin.



