Pêşengê Olî yê Durziyan Şêx Hikmet El-Hecerî derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û binpêkirinên ku çete derheqê sivîlan de dikin de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Şêx Hikmet El-Hecerî di daxuyaniyê de bang ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku kongreyeke niştîmanî ya giştî tê de hemû nûnerên gelê Sûrî ji hemû parêzgehên Sûriyê amade bibin.
El-Hecerî got ku divê komîte ji pisporan werin hilbijartin da ku li ser destûra Sûriyê ya nû bi sîstema nenavendî kar bikin û wiha dewam kir:
Em parçebûna axa Sûriyê naxwazin û nahêlin ku karûbarên Sûrî bi destê hinek aliyan were kirin.
Şêx Hikmet El-Hecerî diyar kir ku pêwîstiya Sûriyan bi dewleteke sivîl li gorî îradeya hemû pêkhateyên wê tê de wekhevî û edalet hebe, were avakirin.



