Ji ber aloziya siyasî ya li Sûrî û Iraqê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.
Hêzên Ewlekariya Iraqaê li parêzgeha Nînowa dijî şaneyên daişê operasyonek lidarxistin. Di encma de çeteyek DAIŞ’ê girtin.
Medya Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariya Iraqê li parêzgeha Nînowayê operasiyonek di danê şeva borî de, lidarxistin.
Di encama vê operasyonê de çeteyek DAIŞ’ê hate girtin.
Her wiha hate diyar kirin ku çeteyê hatiye girtin bi navê Ebû Xetab e û di beşa segvaniyê ya çeteyan de bû.
Herî dawî hate gotin ku çete li gorî madeya 4 a terorê dihate lêgerîn û radestî aliyên peywendîdar hatiye kirin.



