Şervanê Hêzên Komandos şehîd Hebûn Baxoz (Îmad Hesen) bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Şehîd Hebûn 16ˈê Kanûnê di berxwedana li Pira Qereqozaqê de şehîd bûbû.
Şervanê Hêzên Komandos Hebûn Boxaz (Îmad Hesen) 16ˈê Kanûnê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Qereqozaqê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin.
Di merasîmê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê-Kobanê Hîlal Elî axivî û got: “Em ê berdêlan bidin ji bo em welatê xwe azad bikin.
Em ciwanên Rêber Apo, berdêl çi dibe bila bibe divê em bidin. Em nahêlin dagirker derbasî Kobanê bibin.
Em in xwediyên Kobanê. Ev warê me ye. Em bi şervanên xwe, gel û ciwanên xwe bawer in.
Em nahêlin kes derbasî welatê me bibe. Em bang li ciwanên Rêber Apo dikin û dibêjin ev roj roja me ye, em ê berdêlan bidin da ku dayik, bav û welatê me aram bijîn.”
Piştre ji rêveberên rêxistina Kongra Star a bajarê Şêranê Litfiyê Silêman axivî û got: “Şehîd bê teredûd ji bo azadiya tevahî gelan canê xwe kir feda.
Erka me ew e rêya şopa şehîdên xwe bigrin û tola wan rakin. Wê her bira, xwişk, dayik û zarokên şehîdan tolê hilînin.
Vaye zarokên şehîdan li ber darbesta şehîd tiliyên azadiyê hildidin, em ê teqez bi ser bikevin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd Hebûn Boxaz li ber dirûşman spartin axê.



