Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji çapemeniya birîtanî re eşkere kir ku agahiyên istixbaratî di destê wan de hene ku DAIŞ pla dike êrişî girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
Mezlûm Ebdî ji rojnameya The World re diyar kr ku wan agahiyên istixbaratî bi dest xistine ku DAIŞ plan dike da ku êrişî cihên malbat û endamên xwe bike.
Ebdî destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê bandoreke mezin li ser parastina van deveran dike, lê hewl didin rewşê di bin kontrolê de bihêlin.
Mezlûm Ebdî: Em hêvî dikin fişarên têrker ên Amerîka li dij Tirkiyê zêde bibin
Fermandarê QSD’ê li bara rewşa Kobanê jî got ku ew hêvî dikin berpirs û rêveberiya heyî ya Amerîkayê fişarên têrker li Tirkiyê bikin da ku êrişî Kobanê neke û agirbesteke domdar pêk were.



