Xelkê bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û piştigriya QSDˋê meşek li dar xist û got, “QSDˋê hêviya gelan e.”
Bi sedan xelkê Til Koçerê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji Çerxerêiya Delê dest pê kir û li taxa Reîs a bajêr geriya. Di meşê de alên QSDˋê, Rêveberiya Xweser û ala Sûriyeyê (serxwebûnê) hatin hildan.
Li pêş avahiya Şaredariya Gel a Til Koçerê meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Newaf El Xedan axivî û diyar kir ku QSDˋê hêza yekane li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û parastina gelê Sûriyê kir.
El Xedan wiha domand: “Rejîma berê ne kevir ne dar bi ser hev de nehiştin.
Sûcên li girtîgeha Sêdnaya nîşaneya vê yekê ne. Em dibêjin Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan e.
Sûriye ji bakurê wê heta bi başûr û ji rojhilatê wê hta bi rojavayê wê yek e.
Divê em di vê qonaxa dijwar de hevgirtî bin. Divê em piştgiriya QSDˋê bikin. QSDˋê hêviya gelan e.”
El Xedan diyar kir ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ew hemû QSDˋê ne.
Endama Kongreya Star Delal El Şiblî axivî û got: “Em gelê Sûriyê li bajarê Til Koçerê li pişt rêveberiya xwe ya siyasî û QSDˋê ne. Em li dijî planên li ser herêmên me ne.
Em bang li tevahî aliyan dikin ku bibin yek û armancên gelê Sûriyê di ser her tiştî re bigirin.”
Delal got: “Em bi hev re piştgiriya QSDˋê bikin.”



