Şêniyên bajarê Amûdê destnîşan kir ku di çarçoveya bersivdana banga Rêveberiya Xweser û piştgiriya QSD’ê de ew bi erkên xwe yên parastina bajêr û xweparastinê radibin.
Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1’ê Kanûnê de seferberiya giştî ragihand.
Şêniyên bajarê Amûdê xwedî li vê bangê derketin û diyar kir ku ew bi erkên xwe yên parastina bajêr radibin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.
Ji bo parastina bajêr vê êvarê hejmara ji welatiyan kom bûn. Li wir welatiyê bi navê Salih Şêxî yê ku beşdarî erka xweparastin û parastina bajêr bûye got: “Em bi hemû pêkhateyên xwe tev li seferberiya giştî dibin, piştgiriya xwe bi hêzên xwe QSDˋê re nîşan didin. Em ê welatê xwe li hember êrişan biparêzin.”
Şêxî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike. Em soz didin ku em ê li kêlek hêzên xwe bin û karê ji me were xwestin bikin.”



