DFG’ê bi daxuyaniyekê Şehîdxistina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got ku bi hêza ji wan digirin dê bi israr rastiya vebêjin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (SFG) têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de li ser rêya navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê şehîd ketin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûryê dişopandin, duh saet derdora 15.20’ê hedef hatin girtin û hatin qetilkirin.
Em, êrişa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin û qebûl nakin.
Em ê li her qadê hesaba vê komkujiyê bipirsin û dev ji qetilkaran bernedin.”
Dewleta Tirk erebeya rojnamevanan bomberan kir: 2 rojnamevan şehîd bûn



