Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişa li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û bang li saziyên navdneteweyî kir ku li hermber van sûcên li dijî çapemeniya azad rawestin.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan û şehîdbûna nûçegihana ajansa me ANHA`yê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev kiryara terorîstî êrişa rasterast a li dijî çapemeniya azad e ku dixwaze sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên me aşkera bike.
Em vê êrişê wek berdewama polîtîkaya dagirkeriya Tirk a armanckirina nirxên civaka me, di serî de azadiya çapemeniyê dinirxînin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: “Êrişa li ser rojnamevanan binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye.
Em bangî hemû saziyên navneteweyî yên bi mafên rojnamevanan re mijûl dibin, dikin ku bi yek dengî li hember van sûcên li dijî çapemeniya azad rawestin.
Her wiha em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez tev bigerin û ji bo van sûc û binpêkirinan hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.”
Daîreya Ragihandinê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî kir ku ji bo parastina rojnamevanan ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û ji bo pêşîgirtina li êrişên li dijî rojnamevanan, gavên cidî biavêjin.
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşand, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin.
Di encama êrişê de her du rojnamevan şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.



