Friday 2026/06/05
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Şêx Murşîd El-Xeznewî: Dîroka sed salên din tê nivîsandin, divê partiyên Kurd bibin yek

December 20, 2024
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Şêx Murşîd El-Xeznewî: Dîroka sed salên din tê nivîsandin, divê partiyên Kurd bibin yek
Share on FacebookShare on Twitter

Şêx Murşîd El-Xeznewî di komxebata ji bo yekrêziriya Kurdî de got: “Wê dîroka sed salên din bê nivîsandin.
Lazime partî û rêxistinên me yên Kurdî li ser çend xalên hevpar yên ku netewebûnê pêk tînin, li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.
Zarokên me an wê bibêjin saeta we xweş, an jî wê lanetê li we bikin.”

Piştî komxebata ku duh li Qamişlo ji bo yekrêziya Kurdan hat lidarxistin, îro jî bi heman armancê komek çalakvanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi navê Înîsiyatîfa Gel a Serbixwe komxebatek li dar xist.

Koxebat li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya çalakvanên siyasî û civakî, endamên partiyên siyasî yên PYNK’ê, rewşenbîr, nivîskar, oldarên wekî Şêx Murşîd El Xeznewî, kesayetên naskirî, tevgerên siyasî yên Kurd, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Di destpêka komxebatê de mijarên nîqaşê wekî, “Guhertinên li Sûriyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên ji bo yekrêziya Kurdî” hatin diyarkirin.

Şêx Murşîd El Xeznewî ku axaftina destpêkê kir, bal kişand ku ev pêvajo ji bo Kurdan gelekî girîng e û lazimiyên ku divê Kurd bikin anîn ziman.

El Xeznewî bi gotinên wekî, “Wê dîroka sed salên din bê nivîsandin, wê nexşe ji bo sed salên din bên xêzkirin” hesasiyeta demê anî ziman û ji bo helwesta Kurdan ev hişyarî kir: “Zarokên me an wê bibêjin saeta we xweş, an jî wê lanetê li we bikin.”

Şêx Murşîd El Xeznewî li ser sekna partiyên Kurdan jî axivî û ev nirxandin kir:

“Em tu carî ji partî û rêxistinên ên Kurdî dûr nakevin, wan bi salan ked dane û ji bo gelê Kurd xizmet kirine.”

Şêx Murşîd El Xeznewî da zanîn ku sedema çêkirina vê komxebatê jî ew e ku hinek zextê li partiyên siyasî bikin û wiha dom kir: “Em ji bo ku zextê li ser partiyên Kurdî çêbikin da ku yekrêziya neteweyî pêk were, li hev civîyan e. Armanca me ne ew e ku em hemû partiyên siyasî yên Kurdî bînin ser yek fikrê.

Dibe ku di fikran de cudahî hebin, lê lazime partî û rêxistinên me yên Kurdî li ser çend xalên hevpar yên ku netewebûnê pêk tînin, li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.”

Doktor Silêman Îlyas jî destnîşan kir ku pêwîstî bi reşnivîseke neteweyî ya ku hemû partiyan dihewîne heye da ku ji şandeya ku wê biçe Şamê piştrast bibin.

Doktor Silêman Îlyas bal kişand ser êrişên li ser herêmê û wiha dom kir:

“Lazime di serî de em li hev kom bibin û em piştgiriya hêza xwe bikin. Ger hêzeke parastinê nebe, di zanista siyasî de jî mafê siyasetê nabe.

Îro hêza me heye û li ser erdê ye, lazime em piştgiriya wê bikin da ku em bikaribin mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê qezenc bikin.

Di asta navneteweyî de jî em diyar bikin ku heta Kurd negihîjin mafê xwe, li Rojhilata Navîn tu aramî çênabe.”

Komxebat piştre, ji ragihandinê re girtî dom kir.

Previous Post

BERNAMEYA TAYBET-Stêrk Gulo-Ehmed Mihemed

Next Post

ROJIN: Hovîtî û komkujiyên we,nikare me şopdarên heqîqetê bêdeng bikin

Weşana girêdayî

Li ser gorên şehîdan a Kobanê hezar kulîlk hatin çandin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li ser gorên şehîdan a Kobanê hezar kulîlk hatin çandin

Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Hesekê ciwanek hat qetilkirin

Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re civiya

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye