Bi boneya Cejna Êzî ya civaka Êzîdî gelek daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyanî û peyaman de hate diyarkirin ku ew ê çanda civaka Êzîdî biparêzin û ev bang hate kirin:”Divê civaka Êzîdî bibe yek û Şengal ava bikin.”
Îro Cejna Êzî ya civaka Êzîdî ye, bi vê boneyê peyam û daxuyanî hatin dayîn û cejna Êzî li tevahî Êzîdiyan hat pîrozkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Pîrozkirina cejna Êzî tê wateya berxwedanê
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekê cejna Êzî pîroz kir û got:
“Civaka me ya Êzîdî yek ji civakên herî kevnar yên axa Mezopotamyayê ye.
Pîrozkirina cejna Êzî di demeke wiha de tê wateya berxwedana li dijî qirkirinê.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li tevahî gelê xwe kir ku bibin destek û çand û baweriya xwe biparêzin.
Bafil Talebanî: Em ê maf û çanda Êzîdiyan biparêzin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî bi peyamekê Cejna Rojiyên Êzî li hemû Êzidiyan pîroz kir û diyar kir ku di hemû êş û nexweşiyan de YNK dê li gel we be.
Bafil Talebanî anî ziman ku xwişk û birayên Êzîdî di nava çend salên derbasbûyî de ji bo mafên xwe yên bingehîn, di rewşeke dijwar re derbas bûn û got:
“Bi vê boneyê dubare dikim ku em girêdayî parastina maf û çanda resen a Êzidiyan in.”


