Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro êrişa li dijî rojmenevanan red kir û got: Li Sûrîya, rojnamevanên kurd ku xebat dikirin hatin hedefkirin.
Serokê Kolombiyayê ji serokên dewletên Rûsya, Îran, Tirkiye, Îsraîl û Amerîkayê daxwaz kir ku dev ji parçekirina Sûriyê berdin.
Win ber bi qirkirinên nû ve diçin. Qirkirina gelê Filistînê têrê nekir niha Qirkirina gelê Kurd dikin.
Divê Sûriye li ser esasê cihêrengiya xwe ya neteweyî û etnîkî û li ser xweseriya kûr ava bibe.
Ew dibêje:
Ger li hemû welatên cîhanê hilbijartinên azad bên kirin, bila li Sûriyê bên kirin. Mafê gelê Sûriyê heye ku çarenûsa xwe diyar bike û divê gelê Sûriyê ji bo diyarkirina paşeroja xwe hilbijartinên azad pêk bîne.
Ji Kolombiyaya dûr heta Rojhilata Navîn, ez daxwazê ji hikûmet û gelên cîhanê dikim piştevaniya gelê Kurd li Sûriyê bikin.
Gelê ku bi jinên xwe yên fedekar û demokrasiya xwe tê naskirin.
Divê hesab ji berpirsên vê êrişê bê pirsîn
Sendîkaya Rojnamegerên Tirk û Cemiyeta Rojnamegerên Dicla-Firat ev êrîş bi tundî şermezar kirin û gotin:
Dema rojnameger peywira xwe ya pîroz dikin, bila neyên hedefgirtin.
Divê berpirsyarên vê êrîşê bên eşkerekirin û hesab bê pirsîn.



