Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrişî Pira Qereqozaq û gundê Şêxlera Jorîn a Kobanê kirin.
Vê sibê dewleta tirk a qirker û çeteyên wî bi topên obusan êrişî Pira Qereqozaq û gundê Şêxlera Jorîn ê li Rojavayê Kobanê kirin.
Şervanên QSD’ê jî bersiva êrişan da.
Her wiha doh saetên êvarê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê nêzîkî kargeha qîrê ku dikeve başûrê bajarê Kobanê topbaran kir.
Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir
Êrişên li ser gundewarê Eyn Îsa û sulukê hatin têkbirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din gundê Şakiro yê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê û gundê Himayîd ê navçeya Sulukê jî topbaran kirin û xwest bi şêwazê sizma bikevin van gundan.
Lê ev êriş rastî bersiva hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqqayê hat û hewldaneke sizma ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Sakiro yê dikeve rojhilatê Eyn Îsayê hate têk birin.



