Rêveberiya Enerjiyê ya kantona Cezîrê da zanîn ku ji ber pirsgirêkeke teknîkî kehrebe li herêma Cizîrê qurtbûye.
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Cezîrê Ahîn Suwêd sedema qutbûna kehrebê li herêma Cizîrê eşker kir û wiha anî ziman:
Di 19ê Kanûnê de di saetên piştî nîvro de Kehrebe li tevahiya kantona Cizîrê qut bûye.
Ahîn Suwêd diyar kir ku piştî eşkerekirina xeta ku kantona Cizîrê û Bendava Tebqayê bi hev ve girê dide, hat dîtin ku baskê gazê yê jorîn li xaçerêya gundê “Sûda û El Ebd” 20 km li rojavayê Hesekê ye .
Qutbûna Faz bû sedema hilweşîna beşa jorîn a yek ji bircên bilind û rewşa xirab a hewayê û dijwariya karkirinê jî rola xwe lîstiye.
Di dawiyê de Ahîn Suwêd dibêje:
Di van saetan de kargehên teknîkî berdewam in û tê pêşbînîkirin ku kehrebe ji bo tevahiya kantonê dê biştê seatên nîvro vegere.



