Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenên çalakiyên li nêzî Bendava Tişrînê û gundewarên Til Temirê weşandin.
Nêzî 15 roj e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê û gundewarên Til Temirê zêdetir kirine.
Şervanên QSDˈê ku bi meclisên xwe yên leşkerî bersiva êrişan didin, çalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li dar xistin. Di çalakiyan de hejmarek dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenên çalakiyên şervanan weşandin.



