Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos şehîd Ehmed El Xidir û şehîd Hebîb El Omer li goristana şehîdan a bajêr spartin axê û soza şopandina rêya şehîdan da.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ehmed Xalid El Xidir û şehîd Hebîb Ehmed El Omer li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.
Ehmed Salih El Xidir û Hebîb Ehmed El Omer di 17’ê Kanûnê de li Dêr Hafirê şehîd bûn.
Di merasîmê de bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, komîteyên perwerdeyê, hêzên leşkerî û ewlekarî beşdar bûn.
Mihemed El Xelîl li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî da malbata şehîdan û got:
“Şehîd ronahiya gelan e. Ji bo kesên li hember parastina xakê û rûmetê xafil in, şehîd rênîşan in.”
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Amir El Zobe jî sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.



