Li Minbicê, di navbera welatiyan û komên çete de şerekî rû dide.
Çeteyan, êrişî welatiyan kir û bi guleyan welatiyek kuşt.
Ev dîmenên xwepêşandanên welatiyên Minbicê, li hemberî dizî û talaniya çeteyan e.
Welatî daxwaz dikin ku komên çete ji bajarê wan derkevin.
Îcar, li taxa Serab a Minbicê, çeteyan welatiyek êşkence kir û bi guleyan ew kuşt.
Li gundekî Minbicê di navbera çete û welatiyan de şer rû da
Di heman çarçoveyê de, çeteyan êrişî çend malên gundê Şaş Bobena kir.
Welatiyan bersiv da wan û şer di navbera wan de rû da.
Li gor agahiyên ji hindirê Minbicê, ji wexta komên çete ketine bajar de, wêranî hatiye serê şêniyan.
Hejmareke welatî jî ji hêla çeteyan ve hatiye revandin.



