Doh şev jî şer û pevçûnên û topbarana dewleta Tirk a dagirker li se pira Qereqozaq berdewam kir
Dewleta dagirker gundewarê derdora Pira Qereqozaq û Sirînê topbaran kir.
Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê doh şev bi hawan û obûsan derdora Qereqozak û Sirînê bi dijwarî bombebaran kir.
Dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û topan Gundê Şirketa – Al Fawar ên navçeya Sulukê topbaran kir.
Heman wextê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 3 topên hawanan gundê Şemsîn ê dikeve rojavayê gundewarên girê Spî jî topbaran kir.



