Li Minbicê ji ber dagirkeriya tirkye û çeteyên wî rewşa aramî û ewlehiyê her ku diçe xirab dibe.
Êla Bin Isêd El Haşimiye li Minbicê ya ku di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye diyar kir ku piştî dagirkriina bajêr û beşên ji gundewarê wî ewlehî têk çûye û li dijî çeteyan seferberî ragihand.
Der barê bûyerên li Minbic û gundewarê wî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine de êla Bin Isêd giştînameyek belav kir.
Her wiha êlê behsa nebûna ewlehî, kiryarên qetilkirin, dizî û talankirinê kir.
Di giştînameyê de ev tişt hate gotin:
“Ji ber xerabûna rewşa ewlehî, belavbûna kiryarên dizî û şêlandinê em bang li tevahî eşîrên li Minbic, gundewar û herêmên derdora gundewarê me dikin ku kesên ji bo dizî, binpêkirina hurmetiya mal û şêlandinê derbasî gundewarên me bibin, kuştina wan helal e.
Ne ji mafê tu kesî yan jî eşîreyekê ye ku daxwaza xwîna wî bike.
Ev giştîname ji bo tevahiyan e û ji dîroka wê ve dikeve pratîkê.”



