Asayîşa a kantona Dêra Zorê ji bo parastina ewlehiya herêmê ji gefên domdar xebat û hewldanên xwe didomînin, dewriyeyan li dar dixin, bersiva giliyên şêniyan didin û bi şev û roj cihê xwe li bendên kontrolê digirin.
Li qada Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera şaneyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde bûye.
Asayîşa kantona Dêra Zorê li gel gefên derve û hundir hewl didin ewlehiya herêmê biparêzin û rê li pêşiya talankirina mal û milkên giştî û taybet ji aliyê şaneyan ve, bigire.
Endamekî Hêzên Asayîşê ê li rojhilatê kantona Dêra Zorê Yunis El Selîm têkildarî mijarê axivî û got:
“Ji bo parastina ewlehiya herêmê û meşandina kar û barên şêniyan, bi şev û roj dixebitin.
Armanca me ya sereke parastina mal û milkên giştî û taybet e.”
Endamê Fermandariya Hêzên Asayîşê a bajarê Hecînê Ezam El Mihemed jî diyarkir ku ewlehiya şêniyan xebata wan ya herî pêşîn e.
Endamê Hêzên Asayîşê Ehmed El Efaş jî teqezkir ku ew ê piştgiriya gelê xwe bidomînin û ji xetereyan û gefan biparêzin.



