Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid El Mihemed Hac Hemîd bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid El Mihemed Hac Hemîd 2ˈê kanûnê di berxwedana li Minbicê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat oxikirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, girseyek mezin a şêniyên kantona Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û got: “Em bejna xwe li ber ked û lehengiya şehîdên xwe ditewînin.
Hêzên Sûriya Demokratîk bi hezaran şehîdan dane da ku gel bi azadî û rûmet bijî.”
Ehmed El Xelef bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî û wiha domand “Di serî de dewleta Tirk a dagirker, gelek alî hewl didin ewlehiya herêmên me xirab bikin û fitneyê di navbera gel de çêbikin da ku projeya neteweya demokratîk li ser hesabê gelê Sûriyê têk bibin.”
Ehmed El Xelef di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan, bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina projeya Rêveberiya Xweser da.
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd sax in tu carî namirin.
Em keda wan û bîranînên wê yên ji bo welat nas dikin. Bi saya wan em bi aramî û rûmet dijîn.”
Ebdulmutelib El Betran jî soza domandina rêya şehîdan da.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Girse cenazeyê şehîd bi dirûşman spart axê.



