QSDˈê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê operasyoneke lidar xist.
Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞˈê û gumanbar hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di vê pevajoya dawî de, DAIŞˈê ji tevlîheviya rewşa Sûriyê sûd wergirt, hem li devera herêma Çolistanî (Badiye) û hem jî li deverên din gelek cebilxane û derfet xistin destê xwe.
Yek ji van deveran Reqa û gundewarên wê bû.
Ji ber vê yekê, şevê din (21 kanûn 2024) hêzên me û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê dijî şaneyên DAIŞˈê operasyonek hevbeş pêk anîn.
Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞˈê û kesên gumanên tevkariya wan a bi DAIŞ`ê re hene, hatin girtin.“



