Komîteya Diyaloga Kurdî ya PYNK’ê li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li ser asta Sûriyeyê û Kurdî civîneke berfireh ji tevgerên siyasî ya Kurdî re organîze kir.
Bi dirûşma “Ber bi yekkirina yekrêzî û helwesta Kurdî ji bo bicihanîna mafê netewî û demokratîk ê gelê Kurd li Sûriyeyê” li hola parka Azadî ya bajarê Qamişlo bi beşdariya hêz û rêxistinên siyasî yên Kurdî, partiyên derveyî PYNKˋê, aktîvîst, rêxistinên jinan, rêxistinên olî, rewşenbîrî, rêxistinên hunerî, nivîskar û kesayetên serbixwe hat lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm got: “Pêwistî bi yekrêziya tevgera siyasî heye û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî lêvegereke Kurdî were avakirin. Mafên gelê Kurd ê li ser vê xakê dijî di destûra Sûriyeyê pêşerojê de were misogerkirin.”
Îbrahîm diyar kir ku piştî ketina rejîma Baasˋê li Sûriyeyê, çeteyên “Ceyş El Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê wekî Til Rifet, Şehba, Minbic, bendava Tişrînê, pira Qereqozaq û deverên ku bi fedakariya bi hezaran şehîd hatine rizgarkirin, êriş pêk anîn û got: “Niha ji bo êrişî Kobanê bikin di nava amadekariyê de ne.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo jî diyar kir ku ew ji bo yekrêziya Kurdî amade ne û got: “Ji bo pêkanîna yekrêziyê em ê, şert, bend û nakokiyan deynin aliyekî da ku armanca me ya yekrêziya Kurdî bi ser bikeve.”
Dûre beşdaran nêrînên xwe gotin. Beşdaran bang li ENKS’ê kir ku ji Îtîlafa Sûriyeyê vekişe, ji ber ku ew Îtîlaf nûnertiya çeteyên ku niha êrişî bendava Tişrînê û Kobanê dikin û çeteyên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, dike.
Em ê kengî bibin yek?
Der barê xwesteka ji partiyên siyasî yên ji bo pêkanîna yekitiyê de beşdarekî got: “Pêwist e ji bo misogerkirina mafên Kurdan reşnivîsk were amadekirin û îmzekirin.
Ka ENKS’ê çi dixwaze, bila li ser reşnivîsekê binivîse û dema ku gelê Kurd wê qebûl bike em ê li ser îmze bikin û li hev bikin.
Çi daxwazên wan hebin bila binivîsin, çi federalî be çi mafên neteweyî yên gelê Kurd be. Mijar hêsan e ne ewqasî zehmet e.”
Beşdaran diyar kir ku yekrêziya Kurdî dê teşeya Sûriyeya pêşerojê diyar bike û got: “Ev dem ne dema ferzkirina şert û mercan e, dem dema yekrêziyê ye, yekrêzî tiştekî sereke ye. Li gel me kaxizên zextê yên bihêz hene; li gel me çavkaniyên mirovî, aborî û leşkerî hene. Ev hemû di dan û standinan de ji me re dibin hêz û palpişt.”
Beşdaran bang kir ku pêwîst e ENKSˋê di nava şandeya Kurdî de hebe û wesîqeyeke siyasî ku hemû alî li hev bikin, were çêkirin.
Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mustefa jî got: “Eger em nebin yek, em ê bibin pariyê guran.
Em bi yekrêziya Kurdî re ne.. Ji 2012’an ve em ji bo azadî û yekrêziya gelê Kurd xwînê dirijînin, eger em nebin yek jî em ê zirarê bigihînin gelê Kurd. Xwîna şehîdan jî ji bo me xeta sor e.”
Suad Mustefa bang li partiyên siyasî kir û got: “Kî yê gunehê wan dayikên ku cegerên xwe ji bo welat dane rake? Ji bo wê, ji we yekrêzî tê xwestin.”
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif destnîşan kir ku ew ji bo diyaloga Kurdî amade ne û ew xwedî rêxistin û destkeftî ne.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl got: “Di sala 2020’an de em ketin şaşiyê. Em ji bo wê şaşiyê li xwe mikur tên. Şaşî ew bû ku me hin partî, rêxistin û kesayetên bibandor li derveyî diyalogê hiştin. Serkeftina diyalogê bi diruşmeyan nabe. Ev diyalog tenê di çarçoveya PYNKˋê û ENKSˋê de namîne, lê belê divê tevahî partî beşdarî diyalogê bin. Divê ev şaşî, ji bo ku em bigihîjin çareseriyekê, dewam neke.”



