Banga yekriziya gelê Kurd bi pêşengên civakê re didome.Yek ji wan Şêx Murşîd El Xeznewî di civîneke berfih a ku li Qamişlo hate lidarxistin li ser girîngiya yekrêziya Kurdî axivî.El Xeznewî anî ziman ku divê partiyên Kurdî nakokiyên xwe bidin alî û yekîtiya xwe ava bikin.
Şêx Murşid El Xeznewî ji bo yek rêziya gelê Kurd di nava danûstandinan de ye.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji bo yektiyê civînek berfireh hate lidarxistin.
Rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên serbixwe, partî û tevgerên siyasî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de geşdanên dawî li seranserî Rojhilata Navîn û bi taybet hilweşîna Rêjîma Basê li Sûriyê hate nîqaşkirin.
Her wiha yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî rojeva sereke ya civînê bû.
Têkildarî yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî El Xeznewî diyarkir ku dîroka sedsala nû tê nivîsandin û got:
“Di nexşeya sedsala nû de yan wê Kurd hebin, an jî wê nebin.
Lewma di vê pêvajoyê de divê partiyên Kurdî nakokiyên xwe bidin alî û yekitiya xwe ava bikin.”
“Banga Mazlûm Ebdî hêzek da ku em yekrêziya mala Kurd ava bikin”
Şêx Murşid El Xeznewî serdema berê bibîrxist û li ser giringiya lêvegerek yekrêziya neteweyî Kurd wiha got:
“Divê partiyên siyasî yên Kurdî nehêlin ew dîrok dubare bibe.
Ger Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî banga yekîtiyê nekiriba, wê xebata yekîtiyê bi ser neketiba.
Banga General Mazlûm Ebdî hêzek û teqadek da me hemûyan ku em yekrêziya mala Kurd ava bikin”
Di dewamiya axaftina xwe de El Xeznewî da zanîn ku wî serdana Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kiriye û di demeke pir nêz de bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re bicivin.
Di dawiyê de El Xeznewî diyarkir ku pêwîst, hewldan û piştgiriya gelê Kurd ji bo vê tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye bê kirin.



