Li parêzgeha Laziqiyê ya Sûrî duh bi şev xwepêşandan li dijî binpêkirinên HTŞ’ê li dar ketin.
Şêniyên gundê Behlûliyê yê bi ser bajarê Laziqiyê ve li hemberî çekdarên HTŞ’ê xwepêşandanek li darxistin.
Xwepêşanderan li dijî êrişên çekdarên HTŞ’ê yên li dijî welatiyan, her wiha dizî û talaniyan wan nerazîbûn xwe nîşandan û dengê xwe bilind kirin.



