Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Rojavayê Firatê ji bo qirkirina kurdan weke xeteke stratejîk girtiye ser milê xwe, em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li ser Rojava li her derê li ber xwe bidin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd de daxuayniyek da.
KCK’ê anî ziman ku meha Kanûnê ji gelek aliyan ve bû meheke welê ku dewleta Tirk a mêtinger qirker gelek caran komkujî pêk anî.
KCK’ê got:
“Komkujiya Mereşê ya 1978’an, êrîşên li ser girtiyên siyasî yên sala 2000’î, komkujiya Roboskî ya sala 2011’an, komkujiya Parîsê ya duyemîn a sala 2022’an çend ji van komkujiyan e.”
KCK: Tirkiyê hewl da qirkirina Kurdan ji komkujiyan destpê bike û li Kurdistanê belav bike
Komkujiya Mereşê komkujiyeke di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de ji bo valakirina rojavayê Firatê ji Kurdan hate kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo Kurdan qir bike rojavayê Fratê weke xeteke stratejîk dît û êrîşên xwe li vê xetê giran kir.
Yek ji bûyerên din ku rastiya komkujer a dewleta Tirk nîşan dide, bombekirina gundiyên Roboskî bi balafirên şer û qetilkirina wan a bi xwînxwarî ye. Piraniya kesên hatin Kuştin zarok bûn.
Eşkere ye ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî mîna Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi alîkariya dewletên Ewropayê û rêxistinên wan ên îstîxbaratê hate kirin.
Eger ne ji piştgiriya dewletên Ewropayê bûya, dewleta Tirk nekarîbû van komkujiyan bike. Nixumandina herdu komkujiyan vê rastiyê radixe pêş çavan.
KCK: Ji bo pûçkirina planên Tirkiyê li Rojava divê em berxwedanê mezin bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP di vê demê de jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, hewl dide li tevahiya Kurdistanê belav bike.
Dagirkeriya li Rojava û planên nû yên dagirkeriyê radixe pêş çavan ku ev siyaset û mejî dewam dike. Hesabê komkujiyan tenê bi bilindkirina têkoşînê û li ser vê bingehê bi pûçkirina planên dijmin ê komkujiyer dikare bê pirsîn.
Ji ber vê yekê jî divê em bi bilindkirina têkoşîna xwe, berxwedana li dijî êrîşên qirker dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin.
Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li hemberî Rojava li her derê berxwedanê mezin bikin.



