Koma Lîwaya Seyîd Şuheda ya girêdayî Heşd Şebî ragihand ku wan êrişên xwe yên leşkerî ên li dijî Îsraîlê dane sekinandin.
Berdevkê Lîwaya Seyîd Şuheda Kazim Fertusî derbarê rawestandina êrişên ser Îsraîlê axivî û got:
“Me êrişên xwe yên li ser Îsraîlê dane sekinandin û sedema vê jî bi agirbesta li Lubnanê ve girêdayî ye.
Rawestandina êrişên me nayê wateya wê hertim wiha bidome, ev rewşek demkî ye.
Her binpêkirinek agirbestê li Lubnanê pêk bê, dibe ku bibe sedema carek din destpêkirina êrişan.”
Balkêşe ku biryara rawestandina êrişan, piştî gefên Îsraîl yên li ser komên çekdar yên Iraqê û daxwaza Amerîka ya ji bo hilweşandina hêzên Heşdî Şebî hat.



