Partiyên Kurdan êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo her kesî destkeftî ye û QSD misogeriya parastina wan destkeftiyan e.
Endam û nûnerên partiyên Kurdan ên li bajarê Kobanê li Qada Azadî ya li bajar kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevsorokê Meclisa Kantona Firatê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şêvîn Gulagasî ve hate dayîn.
Şêvîn Gulagasî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan, binesaziya herêmê û hedefkirina rojnamevanan kir û got dewleta Tirk gefên dagirkirna Kobanê dixwe û bi çekên giran û balafirên bêmirov bajêr topbaran û bombebaran dike.
Şêvîn Gulagasî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan, têkbirina vîna gelê Kobanê ye piştî ku bajar bû sembola têkbirina DAIŞ`ê û parêzvanê mirovahiyê.
Sêvîn Gulagasî got: “Pêkhateyên herêmê bi hev re ji destpêka aloziyê ve herêmên xwe parastin.
Tecrubeya Rêveberiya Xweser mînaka aramiyê û ewlehiyê ye ku karî zêdetirî 5 milyon mirovan vehewîne, ji ber wê ev tecrube ji bo gelên herêmê tev destkeftiyeke mezin e.”
Gulagasî bang li gelê herêmê kir ku ji her demê bêtir îro piştgiriya QSD`ê bikin.
Bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, DYA, Rûsya, Komkara Erebî û NY`yê jî kir ku rê li pêşiyê destwerdanên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin û dagirkeriya wê bi dawî bikin.
Her wiha diyar kir ku aloziya Sûriyeyê tenê bi diyalogê dê çareser bibe.
- Partiyên ku daxuyanî daye ev in:
- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)
- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî)
- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)
- Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
- Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
- Partiya Sûriya Pêşerojê
- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)



