Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Demokrat piştgiriya QSD`ê kir û bang li ciwanan kir ku tev li têkoşîna nîştimanî bibin.
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Demokrat li Hola Serdem ya Çand û Hunerê ya li bajarê Hesekê têkildarî geşedanên dawîn civînek li dar xist.
Bi sedan xwendekar tev li civînê bûn.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif di civînê de geşedanên dawîn şîrove kirin û teqezî bi xetereya gefên li ser herêmê kir.
Foza wiha axivî: “Zêdetirî 2 hefte ye dewleta Tirk êriş bendeva Tişrînê û pira Qereqozaqê dike. Lê dîsa jî hêzên me yên leşkerî berxwedana dîrokî nîşan didin ku vîn û lehengiya ciwanênê herêmê rave dike.”
Foza îşaret bi fedakariyên şehîdan kir û got ji bo bidestxistina aramiyê divê şopdarên rêya şehîdan bin.
Her wiha Foza got: “Li Sûriyeyê, erdhejeke siyasî û leşkerî çêbû. Li pêşiya gel tenê 2 vebijark heye. Yan koletiyê qebûl bike yan jî bi rûmet bijî. Ji bo ku em bi rûmet bijîn, divê em yek bin û xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin. Dem dema ciwanan e divê perwerdeyên xwe yên leşkerî, fikrî û zanistî li hember xetereyan zêde bikin û tev li seferberiya giştî bibin.”
Berdevkê Tevgera Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zana Mistefa jî axivî û got berxwedan beşeke çanda civakên herêmê ye.
Mistefa ev li gotinên xwe zêde kir: “Rast e êriş li ser nasname û vîna gelê herêmê berdewam in, lê ciwanan dev ji giyanê berxwedanê bernedan û di tevahî qadan de xwe îsbat kirin.”
Mistefa bang li ciwanan kir ku di van kêliyên dîrokî de li gorî giyanê têkoşînê herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin.
Di dawiya civînê de ciwanan piştgiriya xwe ji bo QSD`ê anîn ziman û gotin li kêleka hêzên leşkerî dê herêmên xwe biparêzin.



