Çalakiya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi biryardarî dewam dike.
Îro jî li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya nobetê hate destpêkirin û wiha hate gotin:
“Werin em bibin yek û bi hev re li dijî van êrişên hovane bisekinin.”
Çalakiya li ser sînorê Qamişlo – Nisêbînê di roja 11. de dewam dike.
Di roja 11’an a çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin:
“Dengê gelê Kurd êdî sînor derbas kirine. Hûn dê nekarin bi dijminatiya li Kurdan tiştekî bi dest bixin.
Em ê li Rojava jiyaneke nû ava bikin. Rojava teqez wê bi ser keve.”
Li dijî êrişan li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
Her wekî li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê jî nobet hate destpêkirin.
Di roja 1’emîn a nobetê de hate gotin:
“Êrişên li dijî Kobanê di heman demê de, li dijî vê derê tên kirin.
PDK’ê jî di nav de, em bang li her kesî dikin ku werin em bibin yek û li dijî van êrişên hovane bisekinin.”



