Piştê Urdun, Şandeyek Qeterî jî serdana Şamê kir
Şandeyê bi rayedarên hikumeta demkî re civiyan û li ser siberoja Sûriyê nîqaş kirin.
Wezîrê Karê derver yê Qeterê Mihemed El-Xilêfî bi serokê HTŞ Ehemed El-Şeri re civiya.
her du aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dinavbera her du welatan de nîqaş kirin.
Piştî 13 salan ev serdana yekemîn ku berpirsekî payebilind tê Şamê.



