Li Reqayê Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê banga pêkanîna mafê jinan di destûra nû de kirin û diyarkirin ku dûrxistina jinan di her pêvajoyeke nîştimanî de dê bi xwe re binkeftinê bîne.
Di berfirehiya daxuyaniyê de jinan destnîşankirin ku Sûriyê ya nû beyî beşdarbûna çalak a jinan nayê avakirin.
Her wiha jinan bang li hêzên siyasî û civaka navneteweyî kirin ku girîngiyê bidin doza jinan û wê bikin dozeke sereke di qonaxa nû de.
Daxuyaniya Meclisa Jinan bi daxwazên jinan bi dawî bû, hin ji wan ev in:
-Gelê Sûriyê xwedî maf e ku çarenûsa xwe beyî ku tu destwerdan ji derve bê kirin, diyar bike.
-Pêwîst e hemû jinên Sûriyê cihê xwe di avakirina destûra nû ya Sûriyê de bigirin.
-Sûcdarên sûc li dijî jinan kirine werin cezakirin û parastina mafê jinan li gorî pîvanên peymanên navneteweyî be.
-Nûnertî û beşdariya jinan ji hemû pêkahateyên Sûrî di sazî û qadên siyasî û civakî ya Sûriya nû de.



