Li paytexta Lubnanê, Kurdistanî û dostên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Çalakî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê bi pêşengiya jinên Kurd hate lidarxistin.
Beşdaran diyarkirin ku armanca êrişan dagirkirina parçeyên mezin ji Sûriyê û armanca wê guhertina demografî ya herêmên Kurdî ye.
Li dijî vê yekê jî beşdaran êriş şermezar kirin û ev bang li Neteweyên Yekbûyî kirin:
“Li dijî êrişan, hedefgirtina rojnamevan û sivîlan, divê yekser êriş bên rawestandin.
Ji bo lêpirsîna sûcan şandeyek bê şandin û cezayên li dijî sûcdaran bikevin meriyetê.”



