Li hemebî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Rewşenbîrên ji Şedanê hişyarî dan û ji bo têkbirina vî şerî teqezî bi rêgezên jiyana hevbeş kir.
Rewşenbîr û endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê Zehra El Ewad got:
Dewleta Tirk bi derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dixwaze tevna civakî ya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxe.
Lê em vê komployê baş nas dikin û pê naxapin. Pêkhateyên herêmê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, hevgirtî û hevbeş in.
Endama Komîteya Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan Foza El Xelef destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka jiyana hevbeş in û ewê bi yekrêzî li hemberî komployên ku dixwazin projeya me ya demokratîk têk bibin, bisekinin.
Endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê Meysa El Hisên jî wiha anî ziman:
Gelên herêmê vî şerî baş nas dikin û dê bikarin têk bibin, em banga xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyan de dikim.



