Bi boneya cejina Noelê, Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê Cejin li gelên Xiristiyan pîroz kir û bang li her kesî kir ku ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk hevgirtî bin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Noelê di daxuyaniyê de anî ziman ku gelên Xiristiyan cejneke nû ya Noelê pîroz dike û mirovahî jî xwe amade dike ku dest bi saleke nû ya mîladî bike.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji dema destpêkê ya têkoşînê û vir ve xwişk û biratî, wekhevî û yekîtiya bawerÎ û gelan ji xwe re kiriye pîvan û heta roja îro jî ji bo pêkanîna vê yekê têdikoşe.
Di vê pêvajoya şer de di serî de gelên Xiristiyan hemû gelên li herêmê di bin metirsiyeke mezin de ji bo jiyanê têkoşiyan û vê têkoşînê hîn jî dewam dikin.
Weke tevger em hêvî dikin ku cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya avakirina Sûriyeke nû ya li ser xeta neteweya demokratîk ava bibe.
Em bang li gelan dikin ku di sala 2025’an de li dijî dewlet û desthilatdarên faşîst hîn bi rêxistin, piştevan û yek bin.



