Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin, bi koma 103 ‘an di roja 523’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvana destpê kir.
Hevseroka Şardariya Mexmûrê Fatma Bîlen li ser navê koma 102’an axivî.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Evîn Goyî hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got:
“Armanca kombûna me ya îro ya li vîr azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ruxmê hevdîtin bi Rêbertiya me re pêkhat jî cezayên disiplînê li Rêbertiya me tê birîn.
Emê hemû bi hevre çalakiya xwe xurt bikin û azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger bikîn.”



