Rojnamevan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê bang li rayedarên Herêmê kirin ku dev ji siyaseta xwe ya li dijî Rojava berden.
Rojnamevanan goitn ku divê ev bûyer li Sûriyê rê li ber hevkarî û girêdana kurdên her beşên Kurdistanê vekin.
Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji bo komkirina alîkariya mirovî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk dagirker koçberbûne, pêngav hatiye destpêkirin.
Lê ji ber girtina deriyê sînor ê Fişxabûr li şandina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê, di pêngavê de tenê alîkariya madî dikare were komkirin.
Çalakvanê bi navê Menzer Elî diyar kir ku tişta niha diqewime destpêka guhertina nexşeya siyasî ya Sûriyê ye û got:
“Divê nakokiyên di navbera aliyan de heye bidin aliyekê, xelkê Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî hevkariya Rojava bikin
Rojnamevan Salar Mehmud jî got ku li kuderê Kurdek bi astengiyan re rû bi rû bimîne divê ew wek Kurd êş û azarê bikişîne.



